1. Heyama berê ji bo bangdana dawetê dîyarî ji nas û pismaman re dişiyandin , lê mixabin niha ew kevneşopî derbas bû. Ji bedêla dîyarîyê dawetnamê (qerta dawetê) tê şiyandin. |
|
08.04.2016 20:16 |
gumgumok
|
2. ''xwişk û birayên ezîz, heval û hogirên xoşewîst! hûn jî pê dizanin em hej ji hev dikin, çendîn bêyî zewacê jî em bextewar û kêfxweş bin jî ji ber çepelî, qirejî û kurtepistên devê we û nêrînên bi dizîka yên derûdorê, em bi vî hawî zêde nikarin bidomînin, ji bo ku destê me bigihîje hev, awirên me yên seksî meşrû bibe û em karibin bi hev şa bibin divê haya we jê hebe, yanî ji ber devdirêjiya we ya erzan me biryarê zewacê girt, her çi qas qet kêfa me ji we re neyê jî em mecbûr in banga we bikin, te dît, me dawet çêkir û bi qasî barê kerekî pereyên me pê de çûn, loma pêdiviya me bi pere û zêrên we heye, ji kerema xwe re bazinên qalint jî jibîr nekin û di vê roja şapma sapan da ligel me bin'' |
|
08.04.2016 20:34 ~20:35 |
ferhenga şikestî
|
3. xwişk û birayên ezîz û bi qîmet! |
|
08.04.2016 21:13 |
azadixwaz
|
4. Xuşk û birayên ezîz |
|
08.04.2016 21:21 ~21:22 |
bûtîmar
|
5. heval û hogirên meyî qedirgiran |
|
09.04.2016 02:04 |
shorbevan
|
6. Îro yeke xerîb ji min re dawetnameyek tirkî şand û gote biwergerîne kurdî. min jî go wergera wê nabe. Tişteke din bişînim ji te re. Û çûm bêyî ku bixwênim min ev peyam pêşnîyarîyên nivîsên kurdî ji bo dawetnameyê/87464 jê re şand. Hetka me çû * |
|
11.06.2021 15:27 ~15:28 |
xwelî li ser
|
bayê xerbî [3] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1] |
|
platforma ciwanên serbixwe [4] |
|
çaya germ [1] |
|
ali çeven [2] |